Li Waşingtonê, cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amarîkayê Christopher Landau û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Thomas Barrack jî tevlî hevdîtinên bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî re bûn.
Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxuyanî da û diyar kir ku di hevdîtinan de, pêşeroja Sûriyê, têkiliyên Îsraîl-Sûriyê û bicihkirina peymana 10´ê Adarê ya di navbera Ehmed al-Şaraa û Mezlûm Ebdî de hatin gotubêjkirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê pişterast kir ku piştî daxuyaniya serokê Amarîkayê Donald Trump a ji bo sivikirina cezayên li ser Sûriyê, niha derfeteke dîrokî li ber destê Sûriyê heye.