Donald Trump nîşan kir ku şirketên petrolê gelek zêde pereyan qezenc dikin

Serokê DYE Donald Trump bertek da û got şirketên petrolê bi sûdwergirtina ji kêmasiya sotemeniyê ya ji ber şer sûcdarin û banga daxistina bihayên sotemeniyê li wan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Srokê DYE Donald Trump, diyar kir ku şirketên petrolê yên Emerîkî ji ber aloziya peydakirinê ya li Rojhilata Navîn qezencên zêde bi dest dixin û banga daxistina bihayan li wan kir.

Trump li Qesra Spî, destnîşan kir û bal kişand ser  şirketinên wek ExxonMobil û Chevron’ê. Trump, anî ziman ku heke qezenca şirketekê 12 qat zêde bibe, divê beşek ji vê qezencê ji bo berjewendiya giştî bê bikaranîn û daxistina bihayan dê di berjewendiya van şirketan de be jî.

Şirketên Siûdî jî ji şer qezencek mezin bi dest xist in

Şirketa petrolê ya dewleta Erebistana Siûdî Aramcoyê, ragihand ku qezenca wê ya teqez di çaryeka duyemîn de bi rêjeya sedî 44 zêde bûye û gihiştiye 122,6 milyar riyalî (nêzîkî 28,4 milyar euro)

Rêveberê Bilind ê Aramcoyê Amîn H. Nasir, vê zêdebûnê bi bihayê petrola xav ve girêda û diyar kir ku tevî astengiyên li Tengava Hurmizê û êrîşên Hûsiyan jî bi saya xetên alternatîf, hilberîn û veguhestinan  bê navber berdewam kiriye

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye