Li gorî Waliyê herêma Sumy a Ûkranyayê Oleh Hryhorov, roja înê êrîşeke mezin a asmanî ya Rûsyayê, navenda bajarê Sumy ê bakurê Ûkraynayê hedef girt.
Oleh Hryhorov daxuyaniyeke li ser Telegrama xwe belav kir û wiha got:
"Navenda êrîşa ku Rûsyayê pêk anî, avahiyeke bilind a niştecihbûnê, firoşgehek û kolanek bû, hejmareke pir mezin ji sivîl û zarokan di cihê bûyerê de hebûn."
Her wiha Oleh Hryhorov di daxwiyaniya xwe de, anî ziman ku di nava kuştiyan de keçeke 5 salî û dayîka wê hene.
Her wiha di çend rojên borî de, herêmên din ên li Sumyê û başûr û rojhilatê Ûkraynayê yên nêzîkî eniyên şer, jî rastî êrîşên Rûsyayê hatibûn, ku di encamê de şeş kes hatibûn kuştin.