Li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê teqînek çêbû

Fermandariya Operasyonên Bexdayê, ragihand ku îro teqînek li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê rû daye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Operasyonên Bexdayê der barê teqîna ku li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de rû daye, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, îro sibehê saet di 09:30`an de li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê teqînek biçûk çêbûye û ev bûyer ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di teqînê de ti ziyanên canî çênebûne û rewş di bin kontrolê de ye.

Der barê sedema teqînê de, ti agahî nehatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev teqîn di demekê de rû daye ku îro wezîrên nû yên hikûmeta Îraqê bi fermî dest bi karên xwe kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye