Festîvala Cannesê di roja xwe ya 5`emîn de dewam dike

Festîvala Cannesê, Festîvala herî girîng a cîhanê ya sînemayê ye. Festîvala Fîlman a Cann di gera xwe ya 79`emîn de berdewam dike. Di pêşbirkê de, gelek fîlm, derhêner û actor hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala Cannesê ya Sînemayê her sal di meha Gulanê de tê lidarxistin

Festîval îro di roja xwe ya 5`an de berdewam dike.

Actorê Howlly Woodê John Travolta, xelata palmiyeya zêrîn a fexrî wergirt.

Di festîvala îsal de gelek fîlm di pêşbirkê de ne, weke fîlmên Minotaur, Sheep in the Box,The Unknown û hwd...

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê yek ji girîngtirîn festîvala fîlman a cîhanê ye.

Ji sala 1946`an û vir ve, her sal di meha Gulanê de, li Riviera Fransî tê lidarxistin.

Ev festîval bi însiyatîfa Wezîrê Perwerde û Çandê yê Fransayê Jean Zay hat avakirin.

Di destpêkê de ji bo sala 1939`an hatibû plankirin, lê ji ber Şerê Çîhanî yê Duyem festîval hat derengxistin û sala 1946`an pêk hat.

Di sala 1955'an de fîlmê herî baş cara yekem xelata Palmiya Zêrîn wergirt.

Ji Tîrmeha 2022-an ve, Iris Knobloch a Alman, bûye seroka festîvalê.

Ew yekem jin e û yekem kesê ne Fransî ye ku vê erkê digire.

Xelatên fîlman ên Festîvala Cannesê ji hêla jûriya navneteweyî ya salane ve tê dayîn, ku bi piranî ji pisporên sînemayê pêk tê.

Xelata sereke ya fîlmê herî baş di pêşbaziya navneteweyî de, Palme d'Or e.

79`emîn Festîvala Fîlman a Cannesê di navbera 12 û 23ê Gulana 2026an de pêk tê.

Derhênerê fîlmê Koreya Başûr Park Chan-wook weke serokê juriyê ji bo pêşbirka sereke hatiye erkdarkirin.

Yekemîn û tekane kurdê ku xelata palmiyeya zêrîn di Festîvala Cannesê de heta niha wergirtiye, Yilmaz Guney ye ku sala 1982`an, ji bo fîlmê xwe `Yol` ev xelat wergirt.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye