Medyaya Îsraîlê ragihand ku Macro Rubio ji bo bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re hevdîtin bike çûye Îsraîlê.
Rubio: Êrişa li Qeterê bandorê li têkiliyên me û Îsraîlê nake
Duh jî Marco Rubio derbarê êrişa li Qeterê û bandora wê ya li ser têkiliyên Amerîka û Îsraîlê de axivî û got:
"Êrişa Îsraîlê ya li Qeterê bandorê li “piştgiriya Amerîka” ji Îsraîlê re naguhere."
Her wiha Marco Rubio diyar kir ku ew ji êrîşa li Qeterê ne razî ne, lê wê têkiliyên xwe yên xurt bi Til Evîv'ê re bidomînin.