Îsraîlê kuştina berpirsekî istixbarata Hamasê ragihand

Îsraîlê ragihand ku hêzên wan berpirsekî pir girîng ê Hemasê kuştine û tekez kir ku oprasiyon li dijî Hemasê wê berdewam be. Li Xezeyê ji ber şer û birçîbûnê, 43 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku li Xezeyê Mihemed Eswed berpirsiyarê komkirina agahiyên istixbaratî yê Hamasê, hat kuştin.

Artêşê da xuyakirin ku El-Eswed ji bo Hamasê çavkaniyek girîng a agahiyan û kesayetiyek girîng bû û wiha domand: “Hêzên wan li derdora bajarê Xezeyê û li Xan Yûnisê ji bo dîtin û hilweşandina binesaziya Hamasê ya li ser erdê û bin erdê û ji holê rakirina terorîstan operasyonan li dar dixe.”

 

Li Xezeyê ji ber birçîbûnê 313 kesan jiyana xwe ji dest da

 

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku di 24 seatên dawiyê de, ji ber birçîbûnê 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê da xuyakirin ku bi vê yekê hejmara qurbaniyên birçîbûnê, digihêje 313 kesan, di nav wan de 119 zarok hene.

Wezaretê dest nîşan kir ku li Xezeyê ji ber berdewamiya dorpêçê û kêmbûna xwarinê, rewşa mirovî xirabtir dibe.

Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir da ku alîkariya mirovî û tenduristiyê derbasî Xezeyê bikin.

 

 

Ji ber şer 33 kesan li Xezeyê jiyana xwe ji dest da

 

Ji serê sibê ve, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, 33 kes, di nav wan de xebatkarên alîkariya mirovî jî hene, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyeke bijîşkî, di encama topbarana Îsraîlê ya li ser kombûnên sivîlan li xala belavkirina alîkariya mirovî li navenda Xezeyê, 11 kes hatin kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê eşkere kir ku ji 7ê Cotmeha 2023`an û vir ve 62 hezar 819 kesan jiyana xwe ji dest da û 158 hezar 629 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24