Hat zanîn ku şandeya Îmraliyê ji Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol pêk tê.
Piştî koma Aştî û Civaka Demokratîk ya ku ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin, ev cara yekem e şandeya Îmraliyê diçe Îmraliyê.
Herî dawî şandeya Îmraliyê di 16'ê Hezîranê de çûbûn Girava Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêkiribûn.