Danezana konferansa HDK’ê ya ‘Ji nû ve sosyalîzm’ hate eşkerekirin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) danezana konferansa “Ji nû ve sosyalîzm” eşkere kir û diyar kir ku sosyalîzm îro ji her demê zêdetir nûjen e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya aştî û civaka demokratîk de Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi ser navê "Ji nû ve sosyalîzm" konferansek di navbera 8-9'ê Mijdarê de li dar xist.

HDK bi daxuyaniyekê Danezana konfransê eşkere kir.

Di konferansê de gotûbêj di bin sernavên “Dewlet, Demokrasî, Çîn û Nêzîkatiya Sosyalîst, Tecrubeyên Dîrokî, Pratîkên Demokrasiyê û Perspektîfên Damezrîner Ji Bo Sosyalîzmê” hatin meşandin.

HDK’ê da zanîn ku nirxandinên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevgirtin û têkoşîna hevpar di navbera gelan de derfetên nû çêdikin.

Her wiha HDK’ê bi bîr xist ku banga Abdullah Ocalan ji bo veguhestina têkoşîna azadiyê ji qada pevçûnên çekdarî bo qada siyasî, xwedî girîngiyeke stratejîk û gaveke girîng e.

 

HDK: Kapîtalîzmê bi xwe re newekheviya kûr derxist holê

 

Hinek xalên ku HDK'ê di danezanza konferansê de diyar kirine, wiha ne:

Kapîtalîzm û baviksalarî, mirovahiyê ji newekheviyên kûr, mirinên girseyî, birçîbûn, şer û qirkirinê re mehkûm dike û hebûna me û cîhana ku em lê dijîn, ber bi  xilasiyê ve dibe.

Di wateya lêgerîn û têkoşîna ji bo cîhaneke bêçîn û bêsînor de Sosyalîzm îro ji her demê zêdetir nûjen e.

Yekîtiya têkoşîna me dê bi meşa hevpar a beşên civakî yên pirreng re pêk were.

 

"Tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya pirrengiyê dikare bibe mînak"

 

Di vê çarçoveyê de tecrubeya konfederalîzma demokratîk a Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare bibe mînakeke berbiçav û heyî ya modeleke rêxistinbûnê ya wiha.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye