Li Taxa Mezê ya Şamê Hikûmet û sermayedar bûne şirîk û dar tên birîn

Li paytexta Sûriyê, Hikumeta Veguhêz bi hevkariya çend sermayedarên nêzîkî xwe, deverên jîngehî û daristanan ji bo projeyên aborî bi kar tîne. Şêniyên taxa Mezê li navenda bajarê Şamê, nerazîbûna xwe nîşan dan û bi awayekî fermî li dijî parêzgarê Şamê, doz vekirin, lê ew doza wan bê bersiv ma.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li taxa Mezê ya Şamê veberhênerekî bi hevkariya rayedarên Hikumeta Veguhêz bi dehan dar ku temenê wan daran 30 salî ne birîn.

 

Li Şamê bi erêkirina hikûmetê dar tên birîn

 

Di heman demê de, wargeha Celaa ya sporê tevî park û stadyuma wê veguherand projeyên veberhênanê.

 

Şêniyên taxa Mezê ya Şamê nerazîbûna xwe nîşan dan

 

Vê kiryarê hêrseke mezin li cem niştecihên taxê çêkir û bi awayekî fermî doz li dijî parêzgarê Şamê vekirin, lê ew doza wan vala derket û bersiva wan nehat dayîn.

Li gorî hin agahiyan jî birîna daran bi erêkirina komîteyên Meclisa Parêzgeha Şamê pêk hatiye. 

Di belgeya ku li gel veberhênerekî hatiye çêkirin û mohra parêzgar li ser heye, qutkirina 10 darên serû, 19 darên merxê û 15 darên xemilandinê û akasya hatî erêkirin.

Her wiha Parka Celaa ku rûbera wê nêzîkî 20 hezar metre çargoşe ye û yek ji girîngtirîn qadên şînkahiyê li Şamê ye, gelek cureyên daran tê de hene, lê ew dar hatin birîn.

Birîna darên pirsalî û xirabkirina parkê li dijî bendên Qanûna Parastina Jîngehê, bi taybetî hejmara 50 ya madeya 10 a 2002’yan e.

 

Şêniyên taxa Mezê ya Şamê daxwaza parastina parkan dikin

 

Li hember binpêkirinên jîngehê hejmarek şêniyên taxa Mezê bertek nîşan dan û wiha gotin:

"Metirsî heye ku dor li parkên giştî yên bajêr jî were.

Armanc çi dibe bila bibe û hincet çi dibin bila bibin, nabe darên bitemen werin birîn û cihên werzîşê bibin projeyên ji bo qezenckirinê."

Binpêkirinên dijî jîngehê ne tenê, li deverên Şamê pêk tên.

Ji sala 2018 an de li Efrînê komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk, darên Zeytûnê dibirin û rojane li dijî xwezaya Efrînê binpêkirinan dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye