Di bûyerên cuda yên di 24 saetên dawî de li çend parêzgehên Sûriyê 4 kes hatin kuştin.
Li bajarokê El Herîcî yê navçeya El Sûrê ya Dêrazorê kesek ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin û hat kuştin.
Li ser sînorê Sûriyê-Libnanê li herêma Çiyayê Hermon, kesek dema ku hewl dida sînorê Libnanê derbas bike, hat gulebarankirin û hat kuştin.
Li gundewarên Minbicê, kesek di pevçûneke di navbera pismamên xwe de li gundê Rasim El Faleh hat kuştin.
Li gundewarên Reqayê jî, di pevçûna çekdarî ya di navbera pismaman de kesek hat kuştin.