ShaMaran a Petrolê ku şireketeke Kanadayê ye, di daxuyaniyekê de belav kir ku şirketa HKN Energyê ya ku Parzûngeha Sersingê bi rê ve dibe, ew agahdar kirine ku di yek ji depoyên wê parzûngehê de teqînek çêbûye.
Şirketê got ku hemû xebatkar bi silamet in û di bûyerê de tu kes birîndar nebûye.
Hatiye ragihandin ku şirketa HKN Energyê dest bi nirxandineke hûr a rewşê kiriye.
Şirket ji bo kontrolkirina rewşê û parastina canê niştecihên herêmê, li gel aliyên pêwendîdar û desthilatên xwecihî di pêwendiyê de ye.
"Hilberîna petrolê ya li parzûngeha Etrûşê hatiye sekinandin"
Daxuyaniyê diyar kir ku niha karên Parzûngeha Sersingê hatine rawestandin.
Her wiha wekî tedbîreke xweparastinê, hilberîna petrolê ya li Parzûngeha Etrûşê jî hatiye sekinandin.
Ev cara duyem e ku di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de êrîş li ser Parzûngeha Petrolê ya Sersingê tê kirin.
Berê jî 5`ê adarê bi dronan depoyên petrolê hatibûn hedefgirtin û zirareke mezin gihiştibû parzûngehê.
ShaMaran şirketeke serbixwe ya kanadayî ye û di sektora petrol û gazê ya Başûrê Kurdistanê de dixebite.
Beriya ku hilberîna petrolê were rawestandin, rojane li her du parzûngehan 53-55 hezar bermîl petrol dihat hilberîn.