Balafira Hedad ji ber sedemên teknîkî ketibû xwarê

Rayedarên Lîbyayê piştrast kirin ku sedema ketina balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Mihemed El Hedad, ji ber pirsgirêkeke teknîkî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li Tirkiyê merasîma cenazeyên her 5 efserên Lîbyayê ku Serfermandarê Artêşa Lîbyayê jî di nav wan de bû, hat lidarxistin.

Merasîma cenazeyan saet 8:00`ê sibehê li Baregeha Hewayî ya Murted, nêzîkî Enqerê, hate lidarxistin.

Wezîrê Parastinê û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyê jî beşdarî merasîmê bû.

Pênc tabût, ku her yek bi ala neteweyî ya Lîbyayê hatibûn pêçan. Piştre bi balafirekê ber bi Lîbyayê bi rê ketin.

Di heman demê de, rayedarên Lîbyayî gotin ku qeza ji ber pirsgirêkeke teknîkî çêbûye.

Cenazeyên ku ji cihê qezayê hatin derxistin ji bo nasnameyê birin Saziya Tiba Edlî ya li Enqereyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç diyar kir ku DNA`ya wan bi ya endamên malbatê yên ku piştî qezayê tevlî şandeyeke 22 kesan a ji Lîbyayê hatibûn re hat berhevkirin.

Tunç anî ziman ku Almanya jî wekî aliyê sêyemîn ê bêalî ji bo alîkariya lêkolîna her du sindûqên reş ên balafirê hatiye vexwendin.

Di 23`yê Kanûnê de, balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Mihemed El Hedad li Enqereyê ketibû xwarê, di encama wê qezayê de Hedad û her 4 kesên bi wî re jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye