Ajansa nûçeyan a IRNA’yê, roja pêncşemê êvarê ragihand ku baregeheke leşkerî li derdora Bûşehrê hat armanckirin.
Ajansê da zanîn ku baregeh bi mûşekekê hatiye armanckirin û ew wekî mûşekeke Amerîkî-Îsraîlî bi nav kir.
Berevajî vê yekê, rayedarekî parastinê yê Amerîkî got ku artêşa Amerîkayê êvara pêncşemê li dijî Îranê ti êrîş pêk neaniye.
Her wiha, ajansa nûçeyan a Mehrê beriya vê bûyerê ragihandibû ku dengê çend teqînan li başûrê Îranê hatine bihîstin.
Ajansê diyar kir ku bajarên Bûşehr, Kenark û Çuxadekê di nav deverên ku dengê teqînan lê hatibûn bihîstin de ne.
Der barê ziyan an qurbaniyên teqînan de ti agahî tune ne.
Ev pêşketin piştî pevçûnên vê dawiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de tên.
Li Meşhedê di gulebaranekê de du kes hatin kuştin
Dema ku roja pêncşemê êvarê merasîma cenazeyê Elî Xamineyî li Meşhedê berdewam dikir, bûyereke gulebaranê li Meşhedê qewimî.
Li gorî raporan, du kesên nenas ên ku cilên leşkerî li xwe kiribûn, bi çekên destan gule li xaleke kontrolê ya hêzên Besîcê barandin.
Piştî êrîşa çekdarî, endamekî hêza Besîcê li cihê bûyerê hat kuştin û yekî din jî piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Piştre êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan û hêzên ewlehiyê operasyonên xwe ji bo naskirin û girtina wan didomînin.
Şemqedrî: Gulebarana li Meşhedê ne terorîst bû
Li aliyekî din, cîgirê berpirsê ewlehiyê yê parêzgeha Xorasana Rezewî Emîrulah Şemqedrî da zanîn ku gulebarana li Meşhedê ne terorîst bû.
Emîrulah Şemqedrî wiha lê zêde kir:
"Li gorî lêpirsînên destpêkê, du kes ji ber sedemên kesane bi hev re pevçûn, yek ji wan hate kuştin û bi destwerdana kesekî sêyemîn, kesê duyemîn jî mir.
Herdu kes bi çekan hatin kuştin."
Şemqedrî tekez kir ku bûyer li herêma Belwar Sirafirazan a Meşhedê qewimîye.
Herêma Belwar Sirafirazan, li rojavayê Meşhedê ye û bi qasî 17 kîlometreyan dûrî gora heştemîn Îmamê Şîeyan e, cihê ku roja pêncşemê Elî Xamineyê lê hat veşartin.