Li Hesekê, di seetên nîvro de, agirekî mezin li Kargeha Paqijkirina Pembo derket.
Agir bi tekerên plastîk ên li hewşa kargehê ket û komên pembo yên li hewşê da ber xwe.
Piştî vê, yekser tîmên agirkujiyê destwerdan kirin û gihîştin cihê şewatê.
Tîmên agirkujiyê bi hemû hewldanên xwe rê li ber belavbûna şewatê girtin û ew vemirandin.
Di encama şewatê de miqdarek mezin a pemboyê li hewşa kargehê şewitî.
Heta niha sedama agir nehatiye diyarkirin.