Derbarê vê bûyerê de Navenda Ragihandinê ya QSDê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de, QSDê diyar kir ku Tîmên Operasyona Leşkerî(TOL) bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê ya bibandor li bajarê Reqayê li dar xist.
Navendê da zanîn ku di encama operasyonê de, serçeteyekî DAIŞê hat girtin.
QSDê eşkere kir ku operasyon piştî şopandina tevgerên serçeteyê bi navê Ehmed El Mehmûd ê bi navê Ebî Mensûr tê naskirin, hat destpêkirin, ev çete destê wî di gelek êrîşên li ser nuqteyên QSDê de hebû.
QSDê tekez kir ku ew ê şopandina tevgera çeteyên DAIŞ berdewam bikin, her wiha ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê misoger bikin.