Naftali Bennett: Dem dema hilweşandina rejîma Îranê ye

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett, dibêje: "Dem hatiye ku zexta herî zêde ji bo hilweşandina rejîma Îranê were kirin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett, wêneyeke xwe bi Senatorê Amerîkî Lindsey Graham re li ser Networka X`ê weşand û nivîsand:

"Me rewşa Îranê û vebijarkên ji bo çalakiya li dijî rejîma wê ya desthilatdar nîqaş kir."

 

Naftali Bennett, diyar kir ku wî ji Graham re tekez kir ku "rejîma Îranê ji her demê qelstir e û niha dem hatiye ku zext were kirin."

 

Her wiha jê re got: "Şert û mercên ji bo hilweşandina vê rejîma kujer û hilweşandina tora wê ya terorîst a herêmî werin afirandin."

 

Bennett ji Graham re eşkere kir ku hem Îsraîl, hem koalîsyon û hem jî opozîsyon, dê piştgiriyê bidin vê gavê.

 

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett di dawiyê de got: "Li hemberî dijminên Îsraîlê, em yekgirtî ne."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye