Li Gimgimê çalakiya nobedariyê ya li dijî projeya JES'ê berdewam dike

Geliyê Perî û zozanên Gimgimê di bin xetereya talana şîrketên Santrala Enerjiya Jeotermal de ne. Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, berxwedana gel a li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES), di roja 61`emîn de bi biryardarî û hevgirtinê didome.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwezaya Bakurê Kurdistanê bi salan e di bin gefa şîrketên enerjiyê de ye.

Ew xwezaya bihûşt rojane bi xirabkirin û talaneke mezin re rû bi rû dimîne.

Ev demek e gelî û zozanên Serhedê bûne armanca van şîrketan.  

Niha bihûşta geliyê Perî û zozanên Gimgimê bi xetereyên mezin re rû bi rû mane.

Li herêmê, di van newal, gelî û zozanên bihûşt de mîna xwezayê berxwedana xelkê herêmê jî du meh li pey xwe dihêle.

Ji heft salî heya heftê salî niştecihên herêmê li ber deng û awazên zozanan li ber xwe didin.

Projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. ya Amerîkayê ve li gundên sînor ên navbera navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê û navçeya Gimgimê ya Mûşê tê plankirin.

Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, berxwedana gel a li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES), di roja 61`emîn de bi biryardarî û hevgirtinê didome.

"Em ê nehêlin kes dest bide axa me"

Nobeta ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, ji aliyê şêniyên gundê Hemûg û Çaxlek ve tê domandin.

Di roja 61`emîn a çalakiya nobedariyê ya li dijî projeya JESê de, li ser konê nobebdariyê wiha hatiye nivîsandin:

"Yek dayika me hemûyan heye, ew jî Dayika Erdê ye.

Em ê nehêlin kes dest bide axa me ya li Vartoyê. Jinên Vartoyê vê talankirinê red dikin."

Proje bandorê li 22 gundên ku di navbera Kanîreşê û Gimgimê de ne dike

Projeya santrala jeotermal dê bandorê li 22 gundên ku di navbera Kanîreşê û Gimgimê de ne bike.

Pispor û welatiyên ku dê ji projeyê bandor bibin, dibêjin ku ev proje ne tenê ji bo jîngeh û heywanan, lê di heman demê de jiyana wan bi xwe jî rasterast tehdît dikin .

Gundên ku dê li Gimgimê di bin bandora projeya JES'ê de bin: 

Tanzik, Tatan, Hemug, Çorsan, Xwarik, Qasiman, Ameran, Zengena, Mengel, Kuzik, Civarkan, Caneseran, Xaşxaş, Uskira, Şorik, Şeman, Gadizan, Badan.

Gundên Kanîreşê yên ku dê ji projeya JES'ê bandor bibin ev in : Aynik, Licik, Şorik, Çêrmûk, Siqavêlan û Qerxabazar.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye