Swîsre bi 2 golan derbasî tûra 16'an bû

Di tûra 32'an de, Swîsreyê bi golên Embolo û Ndoye Cezayîr 2-0 têk bir. Nûnera Ewropayê dê di tûra 16'an de bi serketîyê maça Kolombîya û Ganayê re rûbirû bimîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Swîsre û Cezayîr di tûra 32'an a Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê de hatin beranberî hev.

Di maça ku li Stadyuma BC Place li Vancouverê hat lîstin de, Embolo di deqeya 11'an de encama lîstikê vekir.

Nîvê yekem bi pêşengiya Swîsreyê 1-0 bi dawî bû.

Swîsreyê bi hêz dest bi nîvê duyem kir û Ndoye di deqeya 46'an de pêşengiya xwe duqat zêde kir.

Di deqeyên mayî de golên din nehatin avêtin û Swîsre bi serkeftina 2-0 derbasî tûra din bû.

Tîma Murat Yakin dê di tûra 16'an de bi serkeftîyê maça Kolombîya-Ganayê re rû bi rû bimîne.

Cezayîr û Swîsre di dîroka xwe de cara yekem rastî hev hatin.

Ev maça, ku di Kûpaya Cîhanê de hat lîstin, wekî yekem maça fermî ya di navbera tîmên futbolê yên her du welatan de hat tomarkirin.

Embolo di 4 maçan de 4 gol avêtin

Breel Embolo performansa xwe ya balkêş di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de berdewam kir.

Êrîşkarê Swîsreyî di maça xwe ya 4'emîn a turnûvayê de golek din avêt û bi tevahî gihîşt 2 gol û 2 asîstan.

Embolo, yek ji kesayetên herî biryardar di êrîşa Swîsreyî de, karî bû di tîmê de cûdahiyekê çêbike.

Her wiha Vladimir Petkovic, rahênerê berê yê Samsunsporê, wekî rahênerê sereke yê Cezayîrê li dijî welatê xwe Swîsreyê rû bi rû ma.

Petkovic ê 62 salî beriya 7 salan rahêneriya welatê xwe kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye