Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve, 4’ê mijdara 2024’an, qeyum lê hatibû erkdarkirin û li Şaredariya Êlihê û ya Xelfetiyê ya Rihayê jî biryara qeyum careke din hat dirêjkirin.
Hevşaredar Ahmet Turk, Gulistan Sonuk û Mehmet Karayilan ên DEM Partiyê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi rengekî demkî ji erkê hatibûn dûrxistin.
Ev biryar ji bo 2 mehên din jî hat dirêjkirin û biryar hat dayîn ku qeyumên heyî bidomin.
Wezareta Karên Hundir di 4’ê mijdara 2024’an de qeyum li Şarederiyên Mêrdîn, Êlih û Rihayê erkdar kiribûn.