X'ê 13 hezar hesabên girêdayî Îran û Çîn û Rûsyayê rawestandin

Tora X'ê duh bi fermî ragihand ku wan zêdeyî 13 hezar hesabên girêdayî Îran, Rûsya û Çînê rawestandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî X'ê, van bikarhêneran hesabên sexte bi kar anîne da ku naverokên li ser siyaseta Amerîkî belav bikin û namzet û kesayetên giştî yên ji hemû beşên siyasî yên cuda armanc bikin.

X'ê lê zêde kir ku armanca van hesaban ew bû, bandorê li guftûgoya siyasî ya li Amerîkayê bikin û ew di dema nirxandin û lêpirsînên navxweyî yên X'ê de hatine çespandin û astengkirin.

Di dawiyê de, X'ê piştrast kir, ew ê li dijî naverokên şaş tedbîran bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye