Piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê daxwaza gelê Kurd a yekîtiyê hîn zêdetir bûye.
Bi vê armancê li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 209 kesayetên cuda ji bo yekîtiya gelê Kurd projeyeke neteweyî hat destpêkirin.
Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.
Daxuyaniyê diyar kir ku projeya neteweyî ya ‘Yek netew, yek çarenûs’ xebateke ji bo lihevkirina neteweyî hatiye ragihandin û got:
"Di demeke ku Rojhilata Navîn bi guhertinên lezgîn re rûbirû ye, li Başûrê Kurdistanê projeyeke neteweyî ya weke pêşengiyek ji bo komkirina hemû Kurdan, li hemû parçeyan tê ragihandin.
Dirûşma navenda xebata neteweyî ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd yek e’ ye."
Li gorî daxuyaniyê nexşeriya vê projeyê, ji 6 xalên sereke pêk tê, ew jî ev in:
A yekem gotareke neteweyî ye, avakirina zimaneke hevbeş ku xizmeta jiyana hevbeş û mafên gelan bike.
A duyemîn, dawîanîna li pêşbazî, bêdengkirina pirsgirêkên navxweyî ye.
A sêyem, netew bibe navenda karûbarên siyasî û dûrketina ji parçebûnê.
Xala çaremîn, avakirina navendeke hevbeş a ramanê ya ji bo lêkolîna guhertinên li herêmê.
Di xala pêncemîn de jî dîplomasiya yekgirtî weke xaleke sereke û pêwist tê hesibandin.
"Êdî dema wê hatiye ku hemû berjewendiyên bilind li pêşiya hemû îdeolojiyan bin"
Daxuyaniyê dazanîn ku ev projeya neteweyî ya ji Başûr, ne tenê bangeke siyasî ye, di heman demê de qêrîna wijdaneke zindî yê neteweyek e ku êdî naxwaze dîrokê bi parçebûnê dubare bike û got:
"Niha herêm li ber nexşeyeke nû ye, tenê du bijarteyên Kurdan hene.
Yan ji bo rizgariyê yekrêzî û bidestxistina mafan, yan jî ji destdana derfetên dîrokî."
Êdî dema wê hatiye ku hemû berjewendiyên bilind pêşiya hemû îdeolojiyan bin.
Ji ber ku weke kolan dibêjin ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ û tenê ev yekîtî dikare rûbirûyî guhertinên bilez bibe."
"Divê berjewendiya neteweyî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş"
Di daxuyaniyê de, herî dawî ev daxwaz û pêşnyar hatin kirin:
“Hewldana ji bo avakirina peyameke neteweyî û hevpar ku xizmeta meseleya neteweyî bike.
Derbaskirina berjewendiyên partî, siyasî, îdeolojiyên teng û biçûk û ji peyamên ku xizmeta meseleya Kurd nakin, dûr bikevin.
Divê berjewendiya neteweyî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş.
Divê navendeke neteweyî ya hevbeş, ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê were avakirin.
Divê komîteyeke neteweyî ya hevbeş ji bo karên dîplomatîk, xebatên siyasî, têkilî, diyaloga were avakirin.
Divê sîwaneke neteweyî, ji bo xebateke hevbeş were avakirin.
Her wiha beriya ku xeterî bigihîjin malên me, dive ji bo çarserkirinê, plansazî û bername werin amadekirin.