AFP: Pisporên Sûpaya Pasdarên Îranê ji bo sazkirina radaran serdana Bab el-Mendeb kirin

Tîmek ji pisporên leşkerî yên Sûpaya Pasdarên Îranê serdana herêma stratejîk a Bab el-Mendeb û bendava Moxayê kirine da ku pergalên nû yên radarê saz bikin û herêmê "mîlîtarîze" bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP belav kiriye, tevgerên leşkerî yên Îranê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de zêde bûne. Çavkaniyên deryayî û ewlehiyê piştrast dikin ku pisporên Îranî lêkolîn li ser cihên stratejîk kirine da ku amûrên çavdêriyê û radarên pêşketî bi cih bikin.

Ev pêngav wekî hewldanek ji bo xurtkirina kontrola li ser rêyên deryayî yên navneteweyî li Deryaya Sor û tengava Bab el-Mendeb tê nirxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku ligel sazkirina radaran, xebatên ji bo kolandina tunelên leşkerî jî li herêmê dest pê kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye