Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî, ji bo xurtkirina parastina kampa Holê duh qonaxeke nû ya operasayona “Mirovî û Ewlehî” li dijî şaneyên DAIŞ´ê da destpêkirin.
Li kampa Holê êrîşên şaneyên DAIŞ`ê zêde bûne
Li kampa Holê, êrîşên şaneyên DAIŞ`ê zêde bûne, zêdetirî 30 caran êrîş li dijî xebatkarên mirovî pêk anîne, avahî û saziyên xizmetguzariyê xerab dikin, jiyana bi hezaran sivîlan xistine xetereyê û hewldanên alîkarî û îstîqrarê asteng dikin. Ji ber vê yekê jî ev operasyon hatiye destpêkirin.
"DAIŞ tundrewiya xwe di nav zarokan de belav dike"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi alîkariya hin jinên ku bi komê ve girêdayî ne, DAIŞ îdeolojiya xwe ya tundrew di nav ciwan û zarokan de belav dike, da ku nifşek nû ji kesên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatine perwerdekirin, bi navê “Eşbal el-Xîlafe” mezin bike.
Ev yek gefê li pêşeroja van zarokan dixwe û hewildanên aramî û alîkariyê têk dibe.
Asayîş: Armanca operasyonê parastina ewlehî ye
Asayîş´ê destnîşan kir ku armanca wan ji vê operasyonê ew e ku saziyên mirovî ji her gef û êrîşekê bêne parastin.
Di heman demê de, Asayişê bal kişand ser giringiya hevkariya di navbera hêzên ewlehiyê, alî û saziyên mirovî û civaka herêmî de, ji bo astengkirina terorê û zuhakirina çavkaniyên wê yên darayî û mirovî.
"Qonaxa nû ya oparasyonê ji bo şerê li dijî terorê û parastina sivîlan e"
Li gor daxuyaniya Fermandariya Asayişê, ev qonaxa nû ya operasyonê, pabendbûna hêzên wan a domdar ji bo şerê li dijî terorê û parastina sivîlan nîşan dide.
"Parastina ewlehiyê xeta sor e"
Di dawiya daxuyaniyê de, Asayîş´ê got: "Em wek, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, tekez dikin ku ewlehiya mirovan xeta sor e û parastina kampê ji terorê şertek pêşîn e."