Têkildarî vê hevdîtinê malpera Wezareta Derve ya Îraqê daxuyaniyek parve kir.
Di hevdîtinê de, pêşketinên ewlehiyê yên dawî li Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Wezîr, piştgiriya Îraqê, ji bo hewldanên ku armanc dikin bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re lihevkirinekê çêbikin, nîşan da.
Her wiha mijara veguhestina girtiyên rêxistina DAIŞˊê ji bo Îraqê hate nîqaşkirin, li ser dosyayên girtiyan nêrîn hatin parvekirin.
Girîngî ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, pêşîlêgirtina li her cureyên aloziyan, parastina aramî û xweragirtinê hatin destnîşankirin.
Her du aliyan şert û mercên jiyanî û îdarî jî yên li herêma Cezîra ya Sûriyê jî nirxandin.