Donald Trump, îro li Qesra Spî, bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re hevdîtin kir.
Trump, di çarçoveya êrîşên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê de rexne li Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kir.
Serokê Amerîkayê, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz a li Qesra Spî de got:
“Ez ji Brîtanyayê ne razî me.”
Ev rexneyên Trump li ser Brîtanyayê di demekê de tên ku duh Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku hikûmeta wî bi "guhertina rejîmê ya ji esmanan" bawer nake û Brîtanya dê beşdarî çalakiyên êrîşkar ên li dijî Îranê nebe.
Trump ferman da ku bazirganiya bi Spanyayê re were qutkirin
Her wiha Trump îdia kir ku Spanyayê destûr nedaye artêşa DYA'yê baregehên xwe ji bo mîsyonên têkildarî êrîşên li ser Îranê bi kar bîne û daxuyand ku hemû têkiliyên bazirganî wê bên qutkirin.
Donald Trump ji rojnamevanan re got ku wî ferman daye Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent ku "hemû têkiliyên xwe" bi Spanyayê re qut bike û wiha lê zêde kir:
“Em ê hemû bazirganiyê bi Spanyayê re qut bikin. Em naxwazin ti têkiliya me bi Spanyayê re hebe.”
Serokweîrê Almanya: Ez gefên Amerîkayê yên ji bo Spanyayê red dikim
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz piştî civîna bi Trump re daxuyaniyek da û da zanîn ku ew gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo qutkirina têkiliyên aborî yên bi Spanyayê re red kir û wiha got:
“Hûn nikarin bi Almanya re peymanek cuda, an jî peymanek ku tevahiya Ewropayê di nav xwe de bigire ji bilî Spanyayê, çêbikin.
Em hemû li vir di heman qeyikê de ne.”
'Spanya nikare bibe armanca cezayên yekalî!
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz tekez kir ku Spanya endamê Yekîtiya Ewropayê ye, divê her danûstandinên bazirganî yên bi Dewletên Yekbûyî re bi awayekî giştî werin nîqaşkirin û wiha anî ziman:
“Spanya nikare bibe armanca cezayên yekalî.”