Duh Şandeyek ji Yekîneyên parastinê yên Jin (YPJ)`ê, bi Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Murhef Ebû Qesra re civiya.
Di nava şandeya YPJ’ê de, endamên Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn û Sozdar Hacî, fermandara ketîba jinan a Lîwaya Qamişlo Xalîsa Ayêd û berdevka ragihandina YPJ’ê Ruken Cemal amade bûn.
Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ`ê, di derbarê civînê de daxuyaniyek da û got:
"Ev civîn li ser daxwaza fermî ya Fermandariya Giştî hate lidarxistin da ku rê û mekanîzmayên tevlîkirina hêzên YPJ`ê di nava Wezareta Parastinê û avahiya artêşa Sûriyê de binirxîne."
YPJ: Mijarên rêxistinî û qanûnî yên tevlîbûna YPJ`ê hatin nîqaşkirin
Di çarçoveya temamkirina bicihanîna peymana 29’ê çileyê ya ku di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de hatiye çêkirin, şêwazê beşdariya YPJ'ê ya bi artêşê re hat nîqaşkirin.
Di civînê de mijarên rêxistinî û qanûnî yên girêdayî pêvajoya tevlîbûna YPJ’ê hatin nîqaşkirin.
Her wiha bal li ser rol û girîngiya cihê jinan di artêşa nû ya Sûriyê de, hat kişandin .
YPJ`ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Wezîrê Parastinê bi awayeke erênî nêzî mijara beşdariya YPJ`ê ji artêşê re bû.
YPJ`ê, anî ziman ku wê diyalog li ser formên pratîk ên ku dikarin beşdariya jinan di sazûmana leşkerî de pêk bînin, bidomin û wiha lê zêde kir:
"Ev civîn piştî toreke hevdîtinên navnetewî û herêmî ku ji aliyê fermandariya me ve pêk hatî, hate lidarxistin, armanca van hevdîtinan nîqaşkirina pêşeroja beşdariya jinan di sazûmanên ewlehî û leşkerî yên Sûriyê bûn."
YPJ: Me di civînê de daxwaza berdana hevalên xwe yên êsîr kir
Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ`ê, di dawiya civînê de, bi boneya salvegera damezrandina YPJ wek daxwazeke mirovî, wan daxwaza berdana dîlgitiyên xwe kir.