Li Meskenê şer û pevçûn giran bûye

Komên Çekdar ên Hikûmeta Veguhêz êrîşî şervanên QSD’ê yên ku di çarçoveya lihevkirinê de xwe ji bajarê Meskenê vedikişandin kirin. Hêzên QSD’ê bersiv dan û derbe li wan xistin.

reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî şevê din ragihandibû ku wan li ser banga hêzên dost û navbeynkaran biryar daye ku hêzên xwe ji herêmên Dêr Hafir û Meskene vekişînin rojhilatê çemê Firatê. Ebdî diyar kiribû ku ewê serê sibehê (17 Çile) saet 07.00’an de dest bi vekişînê bikin. 

Piştî vê biryarê hêzên QSD’ê dest bi vekişandina li Dêr Hafir û Meskene kirin. Lê hîn hêzan xwe bi temamî venekişandibû, komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî şervanên ku xwe vedikişandin kirin.

Li ser vê yekê hêzên QSD’ê jî bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin.

Di dîmenên hatine kişandin de kêliyên pevçûnan û seyareyên çekdaran ên hatine rûxandin xuya dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye