Bi destê dewletê polîtîka qirêj: Li Çewlîkê êrîşê gorên gêrîla kirin

Dewleta Tirk bi poltîkayên qirêj êrîşên xwe yên li dijî nirxên gelê Kurd didomîne. Di 1`ê Tebaxê de hin malbatên ji aliyê dewletê ve hatibûn rêxistinkirin êrîşê gorên gêrîla yên li gundê Xişokê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê kirin û gorên wan şikandin. Di heman demê de jî êrîşkaran gefa derxistina malbatan ji gund xwarin. Her wiha malbatên şehîdan jî dibêjin em êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel qebûlnakin û divê ev zihniyet were rakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Tirk bi rêbazê karanîna malbatên kurd li dijî hev li hember nirxên Kurdan şerekî qirêj dimeşîne.

Li bajarê Çewlîk ê Bakurê Kurdistanê dewletê malbatên ku paşnavê wan Mert û Vedat e ji bo êrîşî gorên gêrîla bikin rêxistin kirin.

Bi alîkariya dewletê van malbatên navborî di 1`ê Tebaxê de li gundê Xişokê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê êrîşî gorên şehîdên HPG`ê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert kirin û gorên wan şikandin.

Her wiha gef jî li malbatên şehîdên HPG`ê xwarin.

Malbata ku kevirê gorên zarokên wan ên HPG`eyî hatin şikandin, dê serî li ÎHDê û Baroyê bidin.

 

“Em ji ber zextên dewletê 15 sal berê hatin Ewropayê”

 

Malbatan diyar kirin ku hem gor şikandin û hem jî gotin:

“Em ê terorîstan ji vî gundî derxin. Em ê bi kepçeyan goran rakin û we ji gund derxin.”

Beriya ku êrîşî gorê bikin di navbera me û du malbatan de 2 hefte berê ji ber zeviyan pevçûn çêbibû.

Ev êrîş li pêş çavên leşkeran pêk hat. Em ji ber zextên dewletê 15 sal berê hatin Ewropayê.

 

“Ji ber ku me zevî nedabû wan êrîşî me kirin”

 

Nevzat Mert ku pismamê şehîdên HPG`ê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert e, da zanîn ku wan zeviyên xwe da gundiyekî xwe yê feqîr, ji ber ku nikarî bû debara xwe bike me xwestibû ku zeviyê ji bo debarê ji xwe re biçînin û ev agahî da:

“Pismamên me yên li gund jî anî ziman ji ber ku me zevî nedabû wan êrîşî me kirin.”

 

Nevzat mert: Êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel nayê qebûlkirin

 

Nevzat Mert derbarê êrîşê de axivî û got:

“Em îro li dijî vê yekê bêdeng bimînin, dê sibê êrîşî gorên din jî bikin. Ew ê li seranserê welat kevneşopiyek qirêj dest pê bike. Em ê serî li ÎHDê bidin.

Em ê serî li Baroyan bidin. Êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel nayê qebûlkirin.

Gor hilweşandin, zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Divê ev zîhniyet were rakirin.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24