Mazlûm Ebdî: Dê Asayîş parastina ewlehiya herêmên Kurdan bike

Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî eşkere kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya entegrasyonê, dê QSD'ê jî bi dawî bibe. Mazlûm Ebdî her wiha da zanîn ku ew ê serdana Tirkiyê bike û dibe ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD'ê) Mazlûm Ebdî bi Monîtorê re hevdîtin kir.

Mazlûm Ebdî behsa pêvajoya entegrasiyonê, dan û standinên bi Tirkiyê û pêşeroja Rêveberiya Xwseser kir.

Ebdî mijara entegrekirina hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser di Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de wiha nirxand:

"Wê Asayîşên ku hejmara wan 15 hezar e, parastina herêmên Kurdan bikin.

Her wiha wê 50 hezar karmendên Rêveberiya Xweser karê xwe berdewam bikin û fonê xwe ji hikûmetê werbigirin."

Mazlûm Ebdî: Wê teybetmendiyên herêmên Kurdan parastî bin

Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî got ku pêvajoya entegrasiyonê berdewam e û di heman demê de teybetmendiyên herêmên Kurdan dê werin parastin.

Mazlûm Ebdî, dest nîşan kir ku wê hêzên QSD'ê piştî bidawîbûna pêvajoya entegrasyonê bi dawî bibin.

Mazlûm Ebdî: Ez ê di demên pêş de serdana Tirkiyê bikim

Der barê mijara têkiliyên bi Tirkiyê re, Ebdî got ku ew ê di demên pêş de serdana Tirkiyê bike û dibe ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Fermandarê QSD'ê tawanbarên ku dibêjin wan Rojava terk kiriye, red kir û wiha got:

"Berfirehbûna ber bi Reqa û Dêra Zorê ve pêwîstiyeke leşkerî ji bo şerê çeteyên DAIŞ'ê û parastina deverên Kurdî bû."

Mazlûm Ebdî: Agahiyên Donald Trump nerast in

Der barê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên der barê Kurdan de, Ebdî diyar kir ku Trump agahiyên şaş wergirtine û  pênaseya QSDê weke "çete" red kir û got:

"Piştgiriya Amerîkayê tenê ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê bû."

Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî da zanîn ku dergehê sînorî yên di navbera Qamişlo û Tirkiyê de, wê di demeke nêz de were vekirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye