Li Humsê komekê alên DAIŞ’ê hildan û li bajar geriyan

Duh li gundewarên Humsê komekê alên DAIŞ’ê bilind kirin, bi 13 motorsîklêtan li bajêr geriyan û ev yek bû sedem ku alozî çêbe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh di seatên êvarî de li gundên Enar û Hewaş ên Humsê komeke ku alên çeteyên DAIŞ’ê hildabûn, bi 13 motorsîklêtan geriyan.

Li gorî SOHR’ê dibe ku ev kom alîgirên hikumeta demkî ya Sûriyê be.

SOHR’ê da zanîn ku koma navborî li nêzî Dêra Mar Îlyas a li Hewaşê sekiniye ku xebatên danîna dara sersalê dihatin kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku endamên komê dirûşmên "Ellahû Ekber" berz kirine û gotinên xirab kirine.

Hat ragihandin ku vê sibehê jî hewldan hatiye kirin ku şêniyên gundan bi zorê beşdarî meşên piştgiriya hikumeta demkî bibin, lê tevî zext û gefan jî şêniyan beşdarbûna meşan red kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye