Konseya Pênûsa Amerîkî, ku di sala 1921'ê de hatiye damezirandin, yek ji rêxistinên nehikûmî yên pêşeng ên cîhanê ye, ku azadiya raman û mafên nivîskaran diparêze.
Niha ev konse li zêdetirî 100 welatan dixebite.
Konseya Pênûsa Amerîkî bi merasîmeke taybet ku li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Washingtonêm hat lidarxistin, "Xelata Azadiyê ya 2026'an" pêşkêşî gelê Îranê û girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan kir.
Xelat li ser navê gelê Îranê, ji aliyê endamê rêxistina Roz Halêt, Serdar Paşaî ve hat wergirtin.
Paşaî di dema wergirtina xelatê de gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser mijarên azadî, mafên mirovan û rewşa girtiyên siyasî yên jin li Îranê.
"Zeyneb Celaliyan sembola berxwedanê ye"
Serdar Paşaî di axaftina xwe de behsa girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan kir ku ev nêzî 20 sal in di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de ye û wiha got:
"Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û bêparhiştina ji mafên bingehîn û lênêrîna bijîşkî, li ber xwe dide.
Diviyabû ku îro li vê derê û di vê merasîmê de, girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan li şûna min ev xelat wergirtiba.
Ew mînakeke berçav a wan jina ye, ku tevî zextên herî dijwar ên ewlehî û dadweriyê, ji pozîsyona xwe paş de gav neavetiye."
"Tirs êdî ji bo civakê ne çareserî ye"
Serdar Paşaî destnîşan kir ku hikûmeta Îranê di salên dawiyê de bi polîtîkayên wekî girtin, bidarvekirin û tepeserkirina xwepêşandanan hewl daye ku atmosfereke tirsê di nava civakê de ava bike û wiha domand:
"Tirs êdî di nava civakê de bandora xwe winda kiriye û malbatên kesên ku li edaletê digerin li gel girtiyên siyasî hê jî li ser pêyan e.
Divê civaka navneteweyî di her dan û standineke li gel Îranê de, mijara mafên mirovan û serbestberdana girtiyên siyasî wekî xaleke bingehîn deynin ser maseyê."
"Divê medya êş û daxwazên gel bide pêş"
Herî dawî Serdar Paşaî rexne li hinek dezgehên medyayê kir ku di dema rûdanan de nikarin bibin dengê gel û carinan bi agahiyên nerast jiyana welatiyan dixin xeteriyê û wiha bi dawî kir:
"Divê medya nebe platformeke propagandayê ji bo herikînên siyasî, lê divê êş û daxwazên gel bide pêş."
Eger em barê gel sivik nekin, bila em êşa wan jî zêdetir nekin.
Çareseriya pêşeroja Îranê avakirina destûreke demokratîk e ku hemû welatî xwe tê de bibînin; ev yek jî tenê bi rûmetdayîn û nirxên mirovî pêkan e."