Hilbijartinên Îraqê wê di 11'ê mijdarê de pêk werin

Li Îraqê 11'ê Mijdarê hilbijartinên parlementoyê wê were lidarxistin. Roj bi roj li Başurê Kurdistan û Iraqê xebatên hilbijartinên zêdetir û germtir dibe. Di vê derbarê de namzetê YNK'ê li herêma Kerkûkê Avesta Şêx û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ji bo rêveçûna hilbijartinan axifîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Mijdara 2025an tên lidarxistin.

'YNK bi tu awayî destûra lewazkirina statuya herêmê nade'

Namzetê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Kerkûkê Avesta Şêx Mihemed, ji ajansa  Rojnews’ê re axivî.

Avesta, bandora hilbijartinan li ser Herêma Kurdistanê bi taybet jî Herêmên Veqetandî û Kerkûkê de got ku: "YNK rê nade wê yekê ku statuya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were lewazkirin."

`Ev hilbijartin ji bo pêşeroja Kerkûk û herêmên veqetandî pir girînge`

Avesta Şêx Mihemed da zanîn ku, ev hilbijartin ji bo pêşeroja Kerkûk û herêmên veqetandî pir girîng e.

Avesta, diyar kir ku ji ber vê yekê divê bi hêzek xurt li Bexdayê mafên xwe bixwazin.

Divê Kurd, bi taybetî li Bexdayê, yekgirtî bin`

Namzetê YNKê Avesta dawî de wiha bangî partiyan kir: "Ji ber vê yekê, divê Kurd, bi taybetî li Bexdayê, yekgirtî bin da ku bi hev re ji bo mafên netewa xwe biryar bidin."

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî  jî li Kerkûkê beşdarî danasîna namzedên PDKyê bû.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser bicihanîna Madeya 140î ya destûra Îraqê kir û got:“Em rê nadin Îraq ber bi dîktatoriyê û paş ve vegere."

“Namzedên me ji bo madeya 140 î diçin Bexdayê”

Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku "Eger Kerkûk di destê PDKyê de be, dê bibe mînaka pêkvejiyanê li seranserê cîhanê û Barzanî da diyar kirin ku divê Xaneqîn, Şingal, Zumar û herêmên din vegerin ser Herêma Kurdistanê û wê namzedên me ji bo madeya 140 biçin Bexdayê.

Di hilbijartinên Îraqê de hezar û 111 binpêkirin hatine tomarkirin

Berpirsê Navenda Metro Rehmen Xerîb bi daxuyaniyekê diyar kir ku hinek ji van binpêkirinan bikaranînên pereyên dewletê ji bo propagandaya hilbijartinê, êrîşên li ser namzetan, kirîna dengên dengdaran, hewldanên guhertina bîr û ramanên dengderan bi awayeke ne hiqûqî û h.w.d ne.

Rehman Xerîb di daxuyaniyê de da zanîn ku binpêkirin herî zêde li parêzgehên Bexda, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye