Her du rêxistinên navneteweyî, raporeke hevpar belav kirin û diyar kirin ku ew girtî, bi bihaneyên siyasî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya hevpar de, hat eşkere kirin ku kesên, wekî rexnegir, çalakvanên mafên mirovan, rojnameger, bikarhênerên torên civakî û welatiyên Efxanistanê hatine binçavkirin û beşeke mezin a kesên hatine binçavkirin Kurd û Belûç in.
Her du rêxistinan, dan zanîn ku herî kêm, 9 kes bi tohmeta sîxuriya Îsraîlê hatine darvekirin û ji desthilata Îranê xwestin ku bilez darvekirina girtiyan rawestîne û kesên ku bê sedem hatine binçavkirin jî berdin.
Aliyên navborî di dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî kirin, ku zextê li Îranê bikin, da ku binpêkirinên mafên mirovan rawestîne û cezayan li wan kes û saziyan bibire.