Bi guleyên artêşa Îsraîlê li Xezeyê 41 kes hatine kuştin

Li Xezeyê îro ji serê sibê ve, di êrîşên artêşa Îsraîlê de, 41 kes hatine kuştin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî, dibêje ku Xeze dişewite û artêş bi tundî êrîşî binesaziya Hamasê dike. Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu îro ragihand ku artêşê operasyoneke biryardar li Xezeyê dest pê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê îro sibê bombebarana xwe ya hewayî û bejayî ya li ser bajarê Xezeyê zêde kir.

Berdevkê Parastina Sivîl li Xezeyê Mehmûd Besal got ku bajarê Xezeyê rastî bombebaraneke giran tê û hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji serê sibê ve, bi guleyên artêşa Îsraîlê 41 kes hatine kuştin.

Her wiha navenda bijîşkî ya Nasêr, ji ber birçîbûnê û nebûna dermankirina bijîşkî li başûrê Xezeyê, mirina 2 zarokan ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî, duh diyar kir ku di 24 demjimêrên borî de ji ber birçîbûnê, 3 mirinên nû hatine tomar kirin.

Wezaretê da zanîn ku ji destpêka şer ve, hejmara miriyan ji ber birçîbûnê di nav de 145 zarok, gihîştiye 425 kesan.

 

Yisrael Katz: Xeze dişewite

 

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî îro ragihand ku Xeze dişewite û artêşa Îsraîlê bi tundî li binesaziya Hamasê dixe.

Yisrael Katz di daxuyaniyekê de, diyar kir ku artêş ji bo afirandina şert û mercên ji bo vegera dîlgirtiyan û têkbirina Hemasê şer dike.

Ev yek di demekê de hat ku Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, piştî ji Tel Avîvê vegeriya piştrast kir ku ji bo Hemas agirbestê qebûl bike dema wî pir kurt e.

 

"Di nav 20 deqeyan de 37 êrîşên asmanî li ser Xezeyê çêbûne"

 

Rayedarên Îsraîlî îro ragihandin ku artêşa Îsraîlê ji bo bajarê Xezeyê kontrol bike, êrîşeke bejayî daye destpêkirin.

Nûçegihanekî El Erebiyayê duh êvarê ragihand ku êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Xezeyê bi saetan berdewam kirine.

Televîzyona Filistînî eşkere kir ku di nav 20 deqeyan de 37 êrîşên asmanî li ser bajarê Xezeyê çêbûne.

 

Netanyahu: Operasyoneke biryardar li Xezeyê dest pê kiriye

 

Li gorî Rojnameya Yedioth Ahronoth jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ragihand ku artêşê operasyoneke biryardar li Xezeyê dest pê kiriye û ketina qonaxeke biryardar ragihandiye.

Ji aliyê xwe ve, Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê belavokan li ser bajarê Xezeyê diavêje û ji niştecihan dixwaze ku bilez derkevin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24