Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û got:
"Parêzerên buroya me parêzer Raziye Ozturk, parêzer Îbrahîm Bilmez û parêzer Cengîz Yureklî duh (15’ê Îlona 2025’an) bi Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey yên ku li Girava Îmraliyê tên girtin re hevdîtin kirin."
Hêjayî gotinê ye herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal di 7'ê Tebaxa 2019'an de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.