Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam ji Şehbaz Şerîf xwest ku hebûna Libnanê di nava agirbestê de were tekez kirin da ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê werin rawestandin.
Her wiha hat belavkirin ku Serokwezîrê Pakistanê êrîşên li ser Libnanê şermezar kir û da zanîn ku welatê wî hewil dide ku aştî û aramiyê li Libnanê jî misoger bike.
Li aliyekî din Kabîneya Libnanê îro, biryar da ku çekan tenê di destê hêzên ewlehiyê yên rewa yên Beyrûtê de sînordar bike.
Her wiha artêş û dezgehên ewlehiyê raber kirin ku kontrola dewletê li ser paytextê xurt bikin.
Serokwezîr Newaf Selam di dawiya civîna Kabîneyê ya bi serokatiya Serok Joseph Aoun de diyar kir ku ev gav bi armanca parastina welatiyan e.
Her wiha ji bo ku ewlehî û aramî werin misogerkirin.
Îsmaîl Beqayî: Heta êrîş li ser Libnanê ranebe em bi DYA'yê re danûstandinê nakin
Ev biryar piştî êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser Beyrût û deverên din hat dayîn.
Di heman demê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku welatê wî wê danûstandinan bi DYA'yê re neke heya ku Îsraîl êrîşên xwe li ser Libnanê rawestî ne.