Ji bo bidawîkirina şer, li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, di navbera şandeyên Amerîkî û Îranî de, wê danûstandin bê lidarxistin.
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê J.D. Vance berî ku balafira wî bifire, ji rojnamevanan re got:
"Ez li benda danûstandinên Îranê me û ez bawer dikim ku ew ê avaker bin."
Her wiha J.D. Vance hişyarî da Tehranê ku welatê wî nexapîne û ev peyam da:
"Eger Îran me bixapîne em ê di danûstandinan de ne amede bin"
"Ger Îranî amade bin bi niyeteke baş danûstandinan bikin, bê guman em amade ne ku piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêş bikin.
Lê eger Îran me bixapîne, em ê di danûstandinan de ne amade bin.
Em ê hewl bidin ku danûstandinên erênî bikin."
Her wiha J.D. Vance destnîşan kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump talîmatên pir zelal di derbarê danûstandinan de daye.
Vance serokatiya danûstandinên şandeya welatê xwe ya li paytexta Pakistanê dike ku di nav wan de Nûnerê Taybet Steve Wittkopf û zavayê Trump Jared Kushner jî heye.
Çend demjimêran berîya destpêkirina danûstandinan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Mecîd Takht-Ravançî ragihand ku welatê wî pêşwaziya dîplomasiyê dike, lê ne diyaloga rê dide dijmin ku xwe ji bo êrîşeke nû amade bike.
"Divê ev agirbest rê nede ku dijminê me xwe ji nû ve çekdar bike"
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê, Ravançî di axaftinên xwe de got:
"Em agirbestekê naxwazin ku rê dide dijminê me xwe ji nû ve çekdar bike."
Her wiha Mecîd Takht-Ravançî destnîşan kir ku nêzîkatiya Îranê ya li hemberî welatên herêmê li ser bingeha prensîba cîrantiya baş e.
Ravançî tekez kir ku divê ev welat operasyonên Îranê wekî êrîşên li dijî xwe nebînin, lê wekî hedefgirtina baregehên Amerîkî bibînin.
Ji aliyê din ve, serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Îbrahîm Ezîzî, helwesta welatê xwe li ser Tengava Hurmizê dubare kir.
Îbrahîm Ezîzî, tekez kir ku Tengava Hurmizê wê venegere rewşa xwe ya berîya şer.
Ezîzî, zêde kir ku tengav wê di bin kontrola tevahî ya hêzên çekdar de be.
Li gorî El Erebiyê danûstandinên di navbera Tehran û Waşingtonê de biryar e sibê, roja Şemiyê, dest pê bikin.
Her wiha li gor El Erebiyê ku xwe distpêre çavkaniyeke Pakistanî eşkere kir ku wê civîn di nav tedbîrên ewlehiyê yên tund de, di bin parastina artêşa Pakistanî de werin lidarxistin.