Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku sê teqînên cuda li parêzgehên Hums, Şam û Helebê çêbûne.
Duh êvarî li parêzgeha Helebê teqînek bihêz li nêzîkî bajarê Atrab li rojavayê gundewarê Helebê, ji ber teqîna cebilxaneyê, li malekê pêk hat.
Di encama teqînê de zarokek û endamekî tîmên endezyariyê jiyana xwe ji dest dan û çend sivîl jî birîndar bûn.
SOHR`ê diyar kir ku tîmên parastina sivîl lêgerîna xwe ya ji bo kesên ku di teqînê de winda bûne didomînin.
Li Şamê dengê teqînan hat bihîstin
Li parêzgeha Humsê, teqînek bihêz li herêma baregeha leşkerî ya li taxa Abbasiya ya bajarê Humsê çêbû.
Li gorî hat ragihandin teqîn ji ber hewldana îmhakirina mûşekeke kevin di hundirê baregehê de çêbûye ku di encamê de bi dehan kes birîndar bûne.
Li Şamê jî dengê teqînek bilind li paytext û deverên derdora wê hat bihîstin.
Derbarê çavkaniya teqînê heta niha tu agahiyên piştrastkirî nehatin dayîn.
Ev her sê bûyer careke din mezinahiya metirsiyên hebûna bermahiyên şer û depoyên çekan di nav deverên sivîlan de zêde dike.