Amerîka li ser danûstandinên bi Îranê re daxuyaniyên erênî dide

Şerê piralî yê di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dike. Piştî derbasbûna 2 keştiyan di tengava Hurmizê re, Aliyê Amerîkî daxuyaniyên erênî didin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku şer bi Îranê re dê pir zû bi dawî bibe û gihîştina rêkeftinekê bi Tehranê re nêzîk e. Her wiha cîgirê serokê Amerîkayê J.D Vance anî ziman ku pêşketin di danûstandinên digel Tehranê de hene. Di nava van aloziyan hemûyan de, civîna di navbera serokên Rûsya û Çînê de jî, ku tê gotin nêzîkî hev in, bi baldarî tê şopandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya 2 meh û 20 rojan şerê Amerîka û Îranê bi vî awayî dest pê kir.

Piştî ev qas dem, gelo ev mijar gihîştiye kîjan astê?

Her wiha, piştî şerê 40 rojî, gelo agirbesta bi navbeynkariya Pakistanê ya di navbera her du welatan de wê bi ser bikeve?

Em bi hev re bersiva van pirsan nas bikin.

Amerîka û Îran wê rojekê gefên êrîşê li hev bixwin û rojekê jî wê her du welat bibêjin ku danûstandinên wan baş bi rê ve diçin.

Herî dawî, daxuyaniyên erênî ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump û cîgirê wî JD Vance ve hatin dayîn.

Trump: Şerê bi Îranê re dê pir zû bi dawî bibe

Daxuyaniya duh a Donald Trump bi vî rengî bû:

Şerê bi Îranê re dê pir zû bi dawî bibe.

Ez saetekê dûrî biryara êrîşê bûm.

Rêberên Îranî pir dixwazin em bigihêjn rêkeftinekê

Heke rêkeftinek çênebe, dê Amerîka di rojên pêş de êrîşeke nû bike.

Gihîştina rêkeftinekê bi Tehranê re nêzîk e.

JD Vance: Di danûstandinên digel Tehranê de pêşketin hene

Daxuyaniya cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance jî bi vî awayî ye:

“Di danûstandinên me û Tehranê yên li ser rêkeftina bidawîkirina şer de pêşketin hene.

Em li vir di rewşeke pir baş de ne.”

Ev axftinên Trump û cîgirê wî, piştî sozekê û derbasbûna 2 keştiyan di Tengava Hurmizê de hatin.

Piştî Trump, Putîn jî serdana Çînê kir

Soza ku ji Trump re hatiye dayîn, ew e ku serokê Çînê Xi Jinping êdî çekan ji Îranê re neşîne.

Ev soz jî di serdana Donald Trump a Çînê de hat.

Piştî serdana Trump bi çend rojan, duh serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî serdana Çînê kir.

Serdan dê 2 rojan berdewam bike.

Şêwirmendê Putin: Têkiliya vê serdanê bi serdana Trump re tune ye

Beriya serdanê, şêwirmendê serokê Rûsyayê yê karûbarên derve Yûrî Uşakov wiha gotibû:

"Ti têkiliya vê serdanê bi serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a Çînê re tune ye.

Helwestên me û Çînê yên li hemberî siyaseta derve pir nêzîkî hev in.

Rêbazên me heman rêbaz in.

Lê divê ez vê jî bibêjim ku hevaltiya me ne li dijî ti aliyî ye.

Em tenê ji bo aştî û geşbûna cîhanî dixebitin."

Di heman demê de, duh ji bo bidawîkirina şerê li dijî Îranê, senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryareke nû da.

50 deng bi vê biryarê re bûn û 47 jî li dijî wê deketin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye