Mijara birîna daran li parêzgeha Dihokê dê li Parlamentoya Îraqê were nîqaşkirin.
Parlamenterê Îraqê Xalib Mihemed ragihand ku ji bo danîna vê mijarê li rojeva parlamentoyê, serlêdanek bi îmzeya 60 parlamenteran hatiye pêşkêşkirin.
Li gorî wî, di vê serlêdanê de daxwaz hatiye kirin ku rewşa birîna daran li Dihokê were nîqaşkirin û li ser parastina daristan û zeviyên kesk ên herêmê gavên pêwîst bêne avêtin.