Li Kongoyê agir bi keştiyekê ket 107 kes mirin

Li Kongoyê di nava keştiyekê de, agir derket û di encamê de, 107 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Çemê Kongoyê nêzîkî gundê Malange li herêma Lukolela ya Komara Demokratîk a Kongoyê agir bi keştiyekê ket.

Li gor Ajansa Reutersê, ji ber şewata keştiyê, 107 kesan jiyana xwe ji dest daye û 146 kes jî winda ne.

Wezareta Kar û barên Civakî ya Kongoyê eşkere kir ku agirê keştiyê bû sedem ku agir bi 15 malên nêzîkî çem bikeve, lê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, karîbûn 209 kesan bi saxî xelas bikin. 

Komara Demokratîk a Kongoyê welatekî Afrîkayî ye û hejmara şêniyên wê jî 113 milyon kes derbas kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye