Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Antonio Guterres da xuyakirin ku wê di demeke nêz de bi Ahmed al-Şaraa re bicive.
Guterres got: Divê rêz li taybetmendiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê bê girtin, her wiha pêwîst e mafê wan bi temamî parastî be.
Ji bo pirsa bicihkirina sîstema nenavendî li Sûriyê û mafê Kurd û Durziyan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî soz da ku wê vê mijarê bi serokê demkî yê Sûriyê re nîqaş bike.
Di 22`ê vê mehê de, wê civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê destpê bikin û wê Ahmed al-Şaraa jî tê de amade bibe, ew civîn wê heya 30 vê mehê berdewam bikin.