Lîstikvanên ciwan ên Rûs û Belarûs vegeriyan pêşbirkên navneteweyî

Federasyona Hendbolê ya Navneteweyî, ragihand ku ew ê destûrê bide lîstikvanên rûsî ku di asta komên temenî de vegerin pêşbirkên navneteweyî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Federasyonê di daxuyaniyeke fermî de eşkere kir ku encûmena wê biryar daye ku destûrê bide tîmên neteweyî yên ciwan ên Rûsya û Belarûsya ku hêdî hêdî vegerin turnuvayên navneteweyî û biryar dê tavilê bikeve meriyetê.

 

Ev biryar bi hin mercên taybet, lîstikvanên di bin 21 salî de jî digire nav xwe. .

 

Di heman demê de ya herî girîng ew e ku dê hemî lîstikvan û rahêner daxuyaniyan îmze bikin ku piştrast bikin ku ew bi tu saziyên hikûmî, leşkerî an ewlehiyê yên li welatên xwe ve girêdayî nînin.

 

Ev pêşketin piştî pêşniyareke berê ya Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî tê.

 

Ku di 11'ê kanûnê de hatibû dayîn, tê de ji federasyonên werzişê hatibû xwestin ku bêyî sînorkirin, beşdarbûna werzişvanên ciwan ji Rûsya û Belarûsê destûr bidin.

 

 

Lîstikvanên bi kêmasî jî dê vegerin pêşbirkan

 

 

Raportên berê jî dest nîşan dikirin ku werzişvanên rûsî yên bi kêmasiyên bihîstinê yên di bin 18 salî de, dê destûr bê dayîn ku vegerin pêşbirkên navneteweyî.

 

Wekî beşek ji gaveke ji nû ve entegrekirina werzişvanên ji her du welatan di qada werzişê ya cîhanî de bin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye