Li Êlih Mêrsîn Û Mûşê meşên piştgiriya pêvajoyê hate lidarxistin

Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de li Êlih, Mêrsîn û Mûşê meş û şahî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Êlîhê meş ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve hate organîzekirin,

Gelek parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî xitabê girseyê kir û got: "Gelê me li pişt banga aştiyê ya Îmraliyê ne.

Li navçeya Torosla a Mersînê jî di çarçoveya heman plansasiyê de şahiyek hate lidarxistin.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di şahiyê de axivî û got: “Em di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de alîgirê çareseriya çar parçeyan e.”

Piştî axaftinan, hunermend Sîpan Xelat derket ser dikê û gel coşand.

Li Mûşê jî meşek hate lidarxistin û piştî meşê parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan axivî û banga xwedîderketina pêvajoya aştiyê kir.

Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye