Serokê komîteya lêgerîna rastiyan di bûyerên perava Sûriyê de Cuma El Inizî eşkere kir, ku yekemîn rûniştina daraza eşkere bo sûcdaran, dê sibe dest pê bike.
El Inizî li ser hesabê xwe yê X`ê diyar kir ku hemû rûniştinên darazê dê ji çapemeniya xwecihî û ya navdewletî re vekirî bin.
Cuma El Inizî teqez kir ku binçavkirina sûcdaran bo kesûkarên qurbanan û ji bo her kesê ku pûtepêdanê bi rêya dadwerî û wekheviyê dike pir girîng e û dewleta Sûriyeyê weke welatekî ku dadwerî û qanûnê pêk tîne, nîşan dide.
Berya niha bi çend mehan komîteya lêgerînê eşkere kiribû ku 563 kes hatine binçavkirin û lêpirsîn yekser bi wan re hatiye destpêkirin.
Hikûmet û grûpên li Siweydayê hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin
Her wekî li Siweydayê jî çavkaniyên xwecihî eşkere kirin, piştî çend êrîşan ji aliyê Hêzên Hikûmeta Veguhêz ve, grûpên xwecihî yên li Siweydayê bersiva êrîşan dane.
Ajansa `Sana` ya Hikûmeta Veguhêz jî ragihand ku çekdarên Siweydayê êrîşî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz kirine.
Di encama van êrîşan de ti ziyanên canî çênebûne.
Komîteya Lêgerîna Bûyerên siwêdayê: Me 800 îfade girtine
Di vê çarçoveyê de Berdevkê Komîteya lêpirsînê di bûyerên Siweydayê de Emar Izedîn eşkere kir ku di encama pişkinîna çend mehên borî de, wan bêhtirî 800 îfade belge kirine.
Her wiha wan 900 formên qurbanan û kesûkarên jî organîze kirine.
Emar Izedîn di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku raporên tiba şer`î yên cenaze pişkinîn kirine gihîştine wan.
Izedîn teqez kir ew ê her kesê sûcdar darizînin û piştrast kir ku wan li fermandar, leşker û berpirsyarên bûyerên Siweydayê guhdar kirine.
Adara borî li Beravê, Tîrmehê jî li Siweydayê, bûyerin xwînî rû dan ku di encamê de gelek sivîl û hêzên ewlekariya giştî yên Hikûmeta Veguhêz bûne qurban.