Li gorî Rojnameya Îsraîlê hêzên hewayî yên Îsraîle drona ku ji aliyê Yemenê ve li herêma sînor a bi Misrê re hatiye avêtin têk bir.
Piştî ku dron ji Yemenê hate avêtin li başûrê Îsraîlê sirenên êrîşa hewayî li "herêmên vekirî" hatin dengdan.
Heman wext Hûsiyan cih û keştîyên Îsraîlê yên ku îdia dike bi Tel Avîvê ve girêdayî ne li Deryaya Sor hedef girtin.
Îsraîl jî bi heman hincetê bi bombebarankirina cihên Hûsiyan ên li deverên ku ew li Yemenê kontrol dikin bersiv da.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja sêşemê di nav saetekê de çar dronên ku ji Yemenê ber bi bajarê Eylat ê li başûrê Îsraîlê ve hatine avêtin û piştrast kir ku ew hatine astengkirin.
Di 24'ê îlonê de jî dironekî ku Îsraîlê nekarî pêşî lê bigre li bajarê Êlate ket û di encam de 3 ji wan giran 50 Îsraîlî birîndar bûn.