Lamîa Asu jina ji bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di 1994'an de hatibû girtin, herî dawî jî li Girtîgeha Jinan a Şakranê dima.
Lamîa Asu 31 salan di girtîgehê de ma. Niha jî ji bo dersînorkirinê wê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya Îzmîrê.
Parêzerê Lamîa Asu Selahattîn Tîmûr, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya miwekîla wî baş e, lê şert û mercên cihê lê hatibû girtin ne baş bû, di mijara xwarin û paqijiyê de pirsgirêk hene.
Lamîa Asu, di 14’ê Gulana 1994’an de bi sedema "têkbirina yekîtî û yekparçebûna dewletê" li Sêrtê hatibû girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê cezayê muebbedê lê birî. Tehliyeya Lamîa Asu ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo salekê hatibû derengxistin.