Heyva Sor a Kurd der barê 3 endamên xwe de ku ji aliyê komên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di dema êrîşên 6`ê Çileyê de hatine girtin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya navenda giştî ya Heyva Sor a Kurd a li bajarê Qamişlo hate dayîn.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
"Di bûyerên dawî de li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li Helebê, sê endamên Heyva Sor a Kurd ji aliyê "Hikûmeta Veguhêz" ve hatin girtin dema ku erkê xwe yê mirovî yê dabînkirina alîkariya yekem û lênêrîna bijîşkî ji sivîlên ku ji êrîşê bandor bûne pêk dianîn.
Em li Heyva Sor a Kurd piştrast dikin ku tîma me bi tevahî bi karê mirovî mijûl bû, dûrî her ajandayek siyasî an leşkerî. Her Sê endamên me yên girtî jî ev in:
- Yûsif Henan Hamoko - ajokarê ambulansê
- Ebdurehman Ebdo Ebdo - hemşîr
- Ramî Hisên El Elî - Berpirsyarê tîma bijîşkî
Girtina van xebatkarên mirovî binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî, ku parastina xebatkarên bijîşkî û alîkariyê di dema pevçûnan de garantî dike.
Em daxwaza berdana hevkarên xwe bê şert û merc û garantîkirina ewlehiya wan û vegera wan bo karê wan ê mirovî dikin û em aliyên berpirsiyar ji bo her zirara ku dibe ku bi serê wan de were bi tevahî berpirsiyar dibînin.
Her wiha em bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku bi lezgînî mudaxele biki ku rêz li prensîbên xebata mirovî were girtin û karmendên bijîşkî û alîkariyê ji her armancgirtin an girtinê werin parastin."