Rêxistinên mirovî banga destpêkirina pêvajoya aştiyê kirin

Di Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de, li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qamişlo Rêxistinên Mafên Mirovan ên Sûrî, Efrîn-Sûriyê û Firatê çalakiyek li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çalakiyê de Nûnerên rêxistinên sivîl û çalakvanên hiqûqî amade bûn. 


Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê Evîn Cûma daxuyanî xwend û got pabendiya bi mafên mirovan erkeke rojane ye.

Di daxuyaniyê de banga pêşxistina çanda diyalogê û aştiyê ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî hat kirin.  


Her wiha ji bo pêşîgirtina li vegera DAIŞ`ê banga pêkanîna yekitiyê kirin û ev daxwaz hatin kirin:

“- Destpêkirina pêvajoya rastîn a aştiyê.

-  Hesabxwestina ji hemû sûcdarên şer.

-  Misogerkirina mafê vegera ewle ya koçberan.

-  Eşkerakirina aqûbeta windahiyan û berdana girtî û revandiyan.

-  Misogerkirina beşdariya jinan di hemû astên pêvajoya siyasî û cihên biryarê de.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye